Efşar Fethî piştî heyama bi dawîhatina murexesiya xwe vegeriya bo girtîgeha bajarê Sineyê

18:45 - 6 Nîsan 2021

Roja Duşemî 16`ê Xakelêwe, Efşar Fethî, çalakvanê medenî xelkê gundê “Tengîser” yê ser bi devera Jawero ya bajarê Sine, piştî bi dawîhatina heyama murexesiya xwe, vegeriya bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê.

Ew çalakvanê medenî, dawiya meha Reşeme ya sala 1399an hatibû murexesiyê.

Roja Şemî 19`ê Rezbera sala 1399an, ew çalakvanê medenî bo cîbicîkirina cezaya xwe ji bo girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Meha Xermanana sala 1398an ew ciwanê Kurd, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Sineyê ve, bi serokayetiya dadwer “Seîdî”, bi 6 sal girtîgeha teizîrî hatibû cezakirin.

Efşar Fethî, bi tometa “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha teizîrî  û herwisa bi tometa “hewldan li dijî tenahiya netewî”, bi 1 sal girtîgeha teizîrî hatibû cezakirin.

Ew çalakvanê medenî, li dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Sine, bi tometa “endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê”, bêtawan hate naskirin û cezaya 1 sal girtîgehê bi tometa “piropagende li dijî emniyeta netewî” hatibû piştrastkirin.

Ew ciwane naverasta meha Reşeme ya sala 1397an, bi tometa “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibûne binçavkirin û roja Çarşemî 7`ê Xakelêweya sala 1398an bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.