Efşar Fethî ji girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate azadkirin

18:08 - 10 Nîsan 2021

Roja Şemî 21`ê Xakelêwe, “Efşar Fethî”, çalakvanê medenî yê xelkê gundê “Tengîser” yê ser bi devera “Jawero” ya  bajarê Sineyê, ji girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate azadkirin.

Roja Duşemî 16`ê Xakelêwe, “Efşar Fethî” piştî bi dawî hatina heyama mirexesiya ew  bi girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê, vegeriya.

Ew çalakvanê medenî, li dawiya meha Reşemeya sala 1399`an hatibû mirexesiyê.

Roja Şemî 19`ê Rezbera sala 1399`an, ew çalakvanê medenî bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Li meha Xermanan a sala 1398`an ew ciwanê Kurd, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş ya bajarê Sineyê ve, bi serokayetiya dadver “Se`îdî”, bi 6 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

 “Efşar Fethî” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha te`izîrî û herwisa bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya netewî”, bi 1 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Ew çalakvanê medenî, li dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê, li tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bê guneh hatibû nasîn û cezaya 1 sal girtîgeha wî bi tohmeta “propagende li dijî tenahiya netewî” hatibû piştrastkirin.

Ew ciwane li naverasta meha Reşemeya sala 1397`an, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibû binçavkirin û li roja Çarşemî 7`ê Xakelêwe ya sala 1398`an, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî, bi awayê demkî hatibû azadkirin.