Efsane Bayezîdî, paşî 3 heyvan man li hews, sernivîsa vê nerone

12:29 - 29 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: paşî derbas bûna 3 heyv ji girtina keçe xwendekara Kurd ji xelkêşarê Bokan, heya niha sernivîsa vê nerone.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Efsane Bayezîdî, keçe xwendekara Kurd ya 28 salî, ji xelkêşarê Bokan ku, li 5ê Pûşpera îsal de ji aliyê parastina dezgeha ewlehiya şarê Bokanê de hatibû girtinê, sernivîsa vê nekivşe.

Ev keçe xwendekara ku şeva 23ê Xermanan de, bi hegera 19 roj li girêva birsî bûne de û li incam de têkçona rewşa tendurustiya vê, bi nexweşxana şarê Bokanê hatibû raguhastin, pitir ji 90 rojane ku li senterên êminiyan de li şarê Bokanê de, di bin îşkencan û jêpirsînan deye.

\"22333.jpg\"
Efsane Bayezîdî
Heya niha, çi kes ji kesên Efsane Bayezîdî, nekarine vê bibînin û ev bûye sedema nigeraniya kûra malbat û kesên vê.

Pêştir jî dayka Efsanê, bo dîtina keça xwe û agadar bûn ji rewşa vê, midê 5 saetan, ber derê dezgeha ewlehiya şarê Bokanê de rawestabû; serweyî hindê ku derfeta dîtinê jî pê nedabûn; tûşî berêzîû sivikatî kirina ajanên wizareta ewlehiyê bibû.

Ev keça xwendekara Kurd, sala borî de jî, hatibû girtin û paşî ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê de, hukmê 2 sal hewsa ragirtî, jê re birî bûn û paşî bo domandina xwendinê, ji zanîngeha Peyam ê Nûra Bokan bo zanîngeha Peyam ê Nûra şarê Meraxê, hatibû dûr xistin.