“Ebdulvahid Ebaszade” bi sê meh girtîgeha te`izîrî hate cezadan

18:00 - 11 Nîsan 2022

Welatiyek Kurd ê bi navê “Ebdulvahid Ebaszade” temen 35 sal û kurê Osman ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê ve, bi serokayetiya dadwer “Ekber Mîrzayî” bi 3 meh girtîgeha te`izîrî hete cezadan.

Dadgehê ew welatiye bi tohmeta “piropagende li berjeweendiyên yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” bi 3 meh girtîgeha te`izîrî ceza dabû û ew cezaye jî, roja Sêşemî 16`ê Xakelêweyê, bi awayek fermî bi navbirî re hatibû ragihandin.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê roja Sêşemî 24`ê Reşema sala derbasbûyî li dadgeha Şoreş a bajarê Seqizê hatibû lidarxistin.

Biryara derkevtî li dijî “Ebdulvahid Ebaszade” bi amadebûna navbirî bixwe bûye û 20 roja dem heye ku daxwaza pêdaçûnê bi wê cezayê bike.

“Ebdulvahid Ebaszade” xelkê gundê “Kewpêça Xwarê” yê girêdayê bajarê Banê, roja Şemî 1`ê Sermaweza sala 1399`an, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Duşemî 17`ê Sermaweza heman salê, bi danîna barimteyê bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.