“Ebdullah Rûzrox” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:45 - 19 Adar 2022

Roja Çarşemî rêkevta 25`ê Reşemê, welatiyek Kurd ê bi navê “Ebdullah Rûzrox” xelkê bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê bi awayek demkî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayek demkî heta bi dawîhatina qonaxên dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hate azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî telefona wî welatiyî zewt kirine û bi wî re nedanê.

Ew welatiye temen 52 salî ye û di heyama binçavkirinê de ji mafê “çavpêkevtin digel malbata xwe û destpêregihîştina bi parêzer” hatiye bêparkirin.

Roja Şemî 30`ê Rêbendanê hêzên ewlehî yên ser bi îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî “Ebdullah Rûzrox” li dûkana wî ya kincdûrînê li şeqama “Kurey Mûsewî” binçav kiribûn.

Navbirî bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Sineyê veguhastibûn û piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku li dijî wî welatiyê Kurd hatiye sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.