“Ebdullah Mehcûr” bi danîna barimteyê hat azadkirin

17:12 - 20 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 29`ê Befranbarê, welatiyê Kurd yê bi navê “Ebdullah Mehcûr”, temen 55 salî û xelkê gundê “Milqerenî”ya girêdayê bajarê Seqizê, piştî derbasbûna 70 rojan li ser binçavkirina wî de, navbirî bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehiyê yên bajarê Sine hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd bi danîn abarimteya biqasî 200 milyon Tumenî, bi awayê demkî heta dema bi dawîbûna karûbarên dadweriyê, ji girtîgehê hatiye azadkirin.

 “Ebdullah Mehcûr” di heyama binçavkirinê de, ji mafên weke,  peywendîgiritina bi telefonê, hevdîtina digel malbata xwe re û  herwisa destpêragihîştina bi parêzer jî, hatibû bê parkirin.

Roja Pêncşemî 20`ê Xezelwerê, ew welatiyê Kurd, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê ve hatibû binçavkirin, û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehiyê ên bajarê Sine hatibû veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku lidijî “Ebdullah Mehcûr” hatiye sepandin, ti zaniyariyek jiber dest tune ye.