Ebdulhemîd Mîrbelûçzehî hate sêdaredanê

13:06 - 26 Kanûna pêşîn 2020

Roja Şemî 6ê Befranbarê, “Ebdulhemîd Mîrbelûçzehî” temen 30 salî kurê Dad Rehîm naskiriî bi “Owêys” endamê saziya Ceyşuledil, di girtîgeha bajarê Zahîdanê hate bi darvekirin.

Navenda mediyayî a hêza qezayî nûçeya îdam kirina wî endamê “Ceyşuledil”ê piştrast kir.

Pêka wê çavkaniyekê, “Ebdulhemîd Mîrbelûçzehî” sala 1394an bi tohmeta kuştina 2 kes ji endamên Spaha Pasdaran di çiyayên “Bîrk” hate îdamkirin.

Herwisa Navenda mediyayî a hêza Qezayî nivîsiye: piştî piştrastbûna ji sepandina cezaya îdamê bi ser wî endamê “Ceyşuledil”ê ji aliyê dîwana bilind a dad, îro cezaya îdam kirina wî di girtîgeha bajarê Zahidanê hate cî bi cî kirin.

Ew welatiyê Belûç, meha Sermaweza sala 1394an ji aliyê memorên wezareta Îtilaatê di mala wî xwe de hate binçavkirin û piştî bi dawî hatina  heyamê lêkolînê bo girtîgeha “Dûzap” hate veguhastin û meha Cozerdana sala 1396an ji aliyê taya 1 a dadegeha Înqilab bi 15 sal girtina tezîrî hate cezadan û piştî nerazîtî nîşandan bi cezaya ku bi ser wî de hatiye sepandin di dosiyeyeke dinê de, bi tohmeta “Moharibe” li rêya êrîş kirin bo ser Polîs, bi îdamê hate cezadan.