Ebdulezîz Gulmihemedî hate binçavkirin û bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin

18:09 - 5 Tebax 2021

Roja Înê 8`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ebdulezîz Gulmihemedî”, xelkê bajarê Urmiyê hate binçavkirin û bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye li roja 16`ê Rezbera sala 1398an, ji aliyê hêzên ewêlehî ve li bajarê Urmiyê hatibû binçavkirin û piştî 2 mehan lipêrsînê ji girtîgeha Îdareya Spahê, bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê veguhastibûn. 

 “Ebdulezîz Gulmihemedî” li destpika meha Rêbendana sala 1399an, ji aliyê taya 2 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 10 sal û 1 roj girtîgehê hatibû cezakirin û roja 7`ê Rêbendana hemen salê, bi danîna barimteya 1 milyard Tumenî hatibû azadkirin.

Binçavkirina wî welatiyî bo cîbecîkirina cezaya wî di halekê de ye ku ew cezaye heyamek berî niha ji aliyê taya 41 a dîwana bilind a welat ve hatibû redkirin û careke dinê bo pêdaçûnê bo taya hevalî ya dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê şandibûn û heya niha cezayek nehatiye dan.