Ebdul Selam Gulnewaz carik din bangî dadgehê hat kirin

23:00 - 6 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: pêşnivêjê yekik ji mizgevtên Serdeştê bi dadgeha pêde çona parêzgeha Tehran hat hat bang kirinê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, dedgeha pêdeçona parêzgeha Tehranê Ebsil Selam Gulnewaz, pêşnivêjê mizgevta Hz. Omer li taxa Şêwe Ibrahîm iro yekşem, 14ê heyva Mêhr hat bang kirinê.

\"15844.jpg\"
Selam Gulnewaz, pêşnivêjê mizgevta Hz. Omer li taxa Şêwe Ibrahîm
Ew bawirmendê Kurd 14a heyva Şehrîwera îsal ji aliyê dadgeha dadeweriya hukûmeta islamiya Îran bi tometa “ Xebat dij bi rêjîm, çê kirina cidatî li nawbera Şîe û Sonnî û propaganda bo yekik ji partên Kurd yên opozîsiyon” bi 6 sal hews hatibû mehkûm kirinê.

Dezgeha dadeweriya hukûmeta islamiya Îran her wisa ew ji cilûbergên rohaniyyet bê par kiri bû.

Mamosta Selam Gulnewaz li pêvajoya dadgehê bi hegera hebûna yasayên taybet bi dadgeha Rohaniyyet ji hebûna advokatê parêzer bê par bû û bixwe tinê bergirî ji xwe dikir.

Ev li midê 20 salên borî de tim ketibû ber azar û zehmetên binkên hukûmetî û bi caran bi dezgeha ewlehiyê hate bang kirinê.