Ebas Cemalî : Birayên Kurdpûr piştî derbasbûna 3’ê mehan hêj lêpirsîn ji wan nehatiye kirin

16:55 - 9 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Dosiyeya Mesûd û Xusero Kurdpûr du birayên rojnamenivîs yê girtî,piştî 3’ê mehan hêj zelal niye.

Ebas Cemalî parêzerê wan du birayan di pêywendiyek telefonî de bi ajansa Kurdpa ragehand: Piştî derbasbûna 3’ê mehan li girtina Mesûd û Xusro Kurdpûr û serbarî vê yekê ku çendîn car me serdana Îdareya Îttlat ya Îranê û dadgeha bajarê Mihabadê kiriye, îzna çavpêkevtinê bi min nehatiye dan.

\"13203.jpg\"
Cemalî base vê yekê jî kir ku heftiya bihûrî Xwîşka mezin ya birayên Kurdpûr bo demek gelek kin kariye birayên xwe bibîne û ragehandiye ku ew gelek ji girtina xwe ya bê sûç nerazîne û daxwazê ji hemû rêkxistinên navneteweyî yên mafê mirovan dikin li hember vê kiryara dewleta Îranê bêdeng nebin.

Ebas Cemalî base vê yekê jî kir ku: Hêzên Îttlatî heya niha tawana Mesûd û Xusro Kurdpûr negotine û li gor gotina wan du birayên rojnamevan heya niha lêpirsîn ji wan nehatiye kirin.

Her wisa hûkmê girtina wan ji aliyê dadgeha bajarê Mihabadê hatiye dirêj kirin.
Mesûd û Xusro Kurdpûr li dawiya Meha Adara Îsal ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Mihabadê hatin girtin.