Dujwar kirina rewşa êminî li şarê Sinê li 2ê Rêbendan

22:14 - 26 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: roja borî li tax û xiyawanên bingehînên şarê Sinê, ji aliyê hêzên intizamî û ajanên bi kinc-sivîl rewşa êminyê dujwar kiribûn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Çarşem, 2ê Rêbendan(22ê Kanûna duê,22ê January 2014), hêzên intizamî-asayişî bi dom li rewşa dor lêdan û gerîn nawa şar û kûçeyan de bûn.

Welatiyik li şarê Sinê bi raportêrê Kurdpa ragihandiye, meydana Azadî(Iqbal), 3 rêyana Nemekî, Meydana Inqilab(şoriş), 4 rêyana 4bax, Ferah, Sîrûs ew ciyên şarê Sinê bûn ku maşîna garda taybet(yêgan wîjê) li wir de rawestabûn û hêzên taybet(Garda taybet) li van deran de digeriyan.

Ew welatî ku nexwest navê wê eşkere be got: ew hêzane bi amanca kontrol kirina şar li roja 2ê Rêbenda, roja damezirandina Komara Kurdistan li şarê Mihabad li 68 sal pêş niha de, lev digeriyan û emniyetî kirina şar jî pitir dema ser êwara vê rojêde dihate berçav.

Serekanî ew jî got ku li roja 2ê Rêşbendanê de pişkik ji welatiyên şarê sinê li vê roja netewî de xebata tirakt û poster belav kirinê bi rê biribûn.

Li roja 2ê Rêbenda sala 1324a rojî de, Komara Kurdistan bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed li şarê Mihabd bi pişkdariya her 4 parçên Kurdistanê hatibû ragihandin.
\"17993.jpg\"

\"17994.jpg\"