Dûhemîn Welatiyê Yarsan seva birînan cane xwe ji dest da
20:22 - 11 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Hesen Rezevî welatiyê Kurdê Yarsanî ku seva bêrêziya hêzên ewlekariyê bi Ola Yarsan agir berdabû xwe,cane xwe ji dest da.
Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa,roja Sêşemiyê berwar 11’ê Hezîrana 2013’an Hesen Rezevî welatiyê Kurd yê Yarsanî ku seva bêrêziya hêzên dewleta Îranê roja 4’ê Hezîranê agir berdabû bendena xwe,seva şewitîna 60% li nexweşxaneya Taliqanî ya bajarê Tehranê cane xwe ji dest da.
Piştî vê bûyerê Nîkmerd Tahirî yê xelkê bajarê Sehnê li parêzgeha Kirmaşanê roja çarşem berwar 5’ê Hezîranê agirberdabû bedena xwe û li cih de cane xwe ji dest dabû.
Çend rojan beriya niha hêzên dewleta Îranê li girtîgeha Hemedanê bêrêzî bi bawermendên Ola Yarsan kiribûn û li heman demê de Simbêlên kesekî wan bi nave “Kiyumers Temnak” tiraşî bûn.
Piştî wan bûyeran roja Yekşemiyê berwar 9’ê Hezîranê welatiyên Kurdê Kirmaşanê bi nîşaneya nerazîbûn li hember wan kiryarên hêzên Îttlatî li hember Kurdên Yarsan, xwenîşandanek li ber deriyê parêzgeha Kirmaşanê çêkirin.