Du zarok li bajarên Qesraşîrîn û Mêhranê hatine birîndarkirin

17:58 - 7 Şibat 2022

Îro Duşemî 18`ê Rêbendanê, zarokek temen 11 salî ji zozançiyên koçkirî yên bajarê Qesrşîrînê bi sedema teqîna mînê birîndar bûn.

Fermandarê Întizamî yê bajarê Qesraşîrînê di vê derheqê de bi “Îlna”yê re ragihandiye: Ew zarok di dema çêrandina pezan de rastî mînê hatiye û ji aliyê dest û pêyê xwe ve birîndar bûye û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Qesraşîrînê hatiye veguhastin.

Ji aliyek din ve, roja Şemî 16`ê Rêbendanê, zarokek temen 5 salî yê bi navê “Sohêyl Haşimî” li bajarê Mêhranê bi sedema teqîna mînê birîndar bûye.

Ew zarok li cihê zozançiyên “Rizava” û di dema lîstinê de rastî wê bûyerê hatiye.

Ew zarokî 5 salî ji zozançiyên “Mîşxas”an e û bo tedawiya pizîşkî bo nexweşxaneya bajarê Îlamê hatiye veguhastin.