Du xwendekarên Kurd piştî derbasbûna 60 rojan, niha jî qedera wan ne rohn e

14:18 - 10 Şibat 2012
Kurdpa: Du xwendekarên Kurd ên zankoya azad ya bajarê Mehabadê piştî borîna du mehan bi ser destbiserkirina wan ji aliyê hêzên ewlekariyê a Hikumeta Îslamiya Îranê ve, qedera wan ne rohn e.

Li gorî nûçeya nûçegihanê ajansa nûçegihaniya Kurdpa li bajarê Bokanê, du xwendekarên zankoya azad ya bajarê Mehabadê ku yek ji wan xelkê gundê Daregirdele ya Bokanê ye, du mehan berî niha ji aliyê hêzên Îtilaatî ên bajarê Mehabadê ve li nav zankoyê de hatine destbiser kirin û heya niha jî dosyeya wê ne rohn e.

Navê yek ji wan du xwendekaran “Husên Raba” ye, ew du xwendekar piştre bo girtîgeha Îtilaatê a bajarê Urmiyê hatin veguhastin.