Du xwendekarên Kurd di Tehranê de hatin destbiser kirin

15:51 - 22 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: zext û givaşên li ser çalakvanên sivîl ên Kurd di Îranê û bi taybetî di bajarê Tehranê de, qonaxeke nû bi xwe ve girtiye.

Li gor ajansa Nûçegehaniya Kurdpa, êwariya roja çarşemî ya Heftiya derbazbûyî, hêzên ewlehî ên Hikûmeta Îslamî ya Îranê li Tehranê de êrîş ser xwendekaran kirin û dure û qiflên derî şikandine û pênc xwendekar binçav kirine ku di nava wan de du xwendekarên kurd hene.

\"28673.jpg\"
Mêhreban Kişawerz
Nûçegehanê ajansa Kurdpa ragehand, yek ji binçavkiriyên Kurd bi navê Mêhreban Kişawerz, xelkê bajarê Merîwanê û xwendekara zankoya Elame Tebatebayî ya bajarê Tehranê ye.

Herwusa yekî din ji binçavkiriyan bi navê Siyamek Mela Ehmedî kurê Tahir û xelkê bajarê Mehabadê û xwendekarê beşa “Endazyariya Elektirîkê” ya zankoya Xwacê Nesîrî ye. Husên Cendeqiyan, Kiyana Kerîmpûr û Sipêhdar Sahiban navê wan xwendekarên Tehran û Kerecê ne ku hatine destbiserkirin û heya niha sedema binçavkirina wan eşkere nebûye û di girtîgeha Êvînê de hatine ragirtin. Heyamek berî niha çalakvanê medenî yê Kurd bi navê Ferhad Elîzade li bajarê Urmiyê hatibû destbiserkirin û ji bo girtîgeha Êvînê hatibû veguhastin. Herwusa Mehmûd Salihî yek ji çalakvanên kedkarî yê Kurdistanê jî bi ٩ salan hukmê girtîgehê hatiye mehkûmkirin