Du wezîfedarên hêza Întizamî li ser sînorê Banê di şer û pevçûn, digel hin kesên çekdar hatin kuştin

18:36 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2022

Şeva derbasbûyî di navbera “Henga Sînorî” û kesên çekdar û nenaskirî li ser sînorê “Banê”, şer û pevçûn qewimî.

Çavkaniya Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê li bajarê “Banê” daye zanîn ku, li sînorê “Birwîşkan”ê şer û pevçûnek digel çekdarên nenaskirî qewimiye.

Di vê şer û pevçûnê de 2 wezîfedarên hêza Întizamî yên bi navên Serleşkirê Duyem (Stiwan Duyem) “Mehdî Mihemedîneseb” û Payedarê Duyem (Ustiwar Duyem) “Elî Fazilî Şad” hatine kuştin.

Fermanderê sînorparêz yê parêzgeha Kurdistanê di gotûbêjekê de digel medyayên hikûmetî ragihandiye ku, ev şer û pevçûnê li dema derbaskirina hêla sînorî rû daye.

Heta niha ti aliyekê ew şer û pevçûn negirtiye sitûyê xwe.