Du welatiyên xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:49 - 31 Tebax 2021

Roja Yekşemî 7`ê Xermananê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Heyder Elîzade” xelkê “Qeznavê” û “Şêrzad Mamendî” xelkê gundê “Nerzîwê” ên ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala wan du welatiyan û binçav kirine.

Herwisa hêzên ewlehî piştî vekolîna mala wan du welatiyan, hin ji kerestên kesî yên wekî telefon û hin tiştên din digel xwe birine.

Ew du welatiyane piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo ciheke nexuya hatine veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.