Du welatiyên xelkê “Nexedê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

16:21 - 24 Kanûna pêşîn 2021

Roja Yekşemî 28ê Sermawzê, du welatiyên xelkê nexedê ên bi navên “Serheng Elîzade” kurê “Riza” û “Ferzîn Ebdulazade”kurê “kurê “Xalid” ên xelkê gundê “Koykan”ê ser bi bajarê Nexedê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew du welatiyane binçav û bo cigehek nexuya veguhastine.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “Hevkarî digel yek ji partiyên Kurdî yên li dijî hikûmeta Îranê” hatine binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji qeder û sedema binçavkirina wan welatiyan ti zaniyariyek li ber dest nîne.