Du welatiyên xelkê gundê “Nê” yê hatine binçavkirin

18:29 - 10 Kanûna pêşîn 2021

Roja Çarşemî 17ê meha Sermawezê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Farûq Nîkpêy”ê kurê “Letîf” û herwisa “Mihemed Nîkpêy”ê kurê “Hisên”, xelkê gundê “Nê”yê ser bi Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew du welatiyane ku kurmamê hev in, bi bê hebûna belgeyên yasayî di gêdûka “Miley Selewatawa” ya ser bi bajarê Sinêyê binçav kirin û bo cihek nexuya veguhastin. 

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin, tohmetên sepandî li ser wan û herwisa qedera wan du welatiyan ti zaniyariyek serast li ber dest tinîne.

Di wê derheqê de, sibêdeha roja Şemî 22ê meha Xezelwerê, 6 welatiyên Kurd ên bi navên “Ferîd Direxşanî, Keywan Mînûyî, Ebdulrehman Efşar, Îdrîs Behramiyan, Ebdulrehman Eştek û Mihemed Ehmedî” ên xelkê gundê “Nê”yê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.