Du welatiyên xelkê bajarê Şinoyê sê heftî ye li girtîgehê ragirtine

16:30 - 7 Kanûna Paşîn 2021

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Kemal Quytasî” xelkê gundê “Çeşme Gul” û “Rehman Yusifî” xelkê gundê “Sewce” yê ser bi bajarê Şinoyê, li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hêj jî ragirtine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du welatiyên Kurd di heyama binçavkirina xwe de tenê carekê pêwendiya telefonî digel malbata xwe hebûne û ji destpêregihîştin bi parêzer û çavpêkevtin digel malbata xwe bêpar in.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî ew du welatiyên Kurd bi tohmeta hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kirine.

Ew du welatiyên Kurd roja Duşemî 24ê Sermawezê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştre bo lêkolînê bo yek ji girtîgrhên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.