Du welatiyên xelkê bajarê Şinoyê bo girtîgeha Urmiyê hatine veguhastin
Roja Şemî 25ê Rêbendanê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Ehmed Xoşmîrzade” 32 salî û “Mihemedemîn Rehmanî” 17 salî û xelkê bajarê Şinoyê bo benda girtiyên siyasî û kanûna girtîgeha bajarê Urmiyê hatine veguhastin.
Ew du welatiyên Kurd heftiyek beriya niha, pêştî bi dawîhatina lêpêçînê ji girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Urmiyê, bo benda qerentîne ya girtîgeha wî bajarî hatibûne veguhastin.
“Ehmed Xoşmîrzade” bo benda girtiyên siyasî û “Mihemedemîn Rehmanî” bo benda kanûna girtîgeha bajarê Urmiyê hatine veguhastin.
Ew du welatiyên Kurd 29ê Xezelwera îsal bi tohmeta “endambûn digel girûpên olî û piropagende li dijî nizamê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpêçînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.