Du welatiyên xelkê bajarê Şinoyê bi girtîgehê hatine cezadan

17:42 - 7 Nîsan 2022

Du welatiyên Kurd ên bi navên “Heyder Elîzade” xelkê gundê “Qezenavê” û “Şêrzad Mamendî” xelkê gundê “Nerzîwê” yê girêdayê bajarê Şinoyê, ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya wî bajarî, bi gelemper bi 6 sal girtîgehê hatine cezadan.

Li gor wê cezayê ku bi ser wan hatiye sepandin, “Heyder Elîzade” bi 4 sal girtîgeha te`izîrî û “Şêrzad Mamendî” bi 2 sal girtîgeha te`izîrî hatine cezadan û ew cezaye jî li roja Sêşemî 16`ê Xakelêweyê bi awayek fermî bi wan re hate ragihandin.

Kombûna dadgehîkirina wan du welatiyan li sala derbasbûyî, li taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Şinoyê bi serokayetiya dadwer “Ebutalib Celîlpûr” hatibû lidarxistin û dadgehê ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî”, tawanbar kiribûn.

Roja Yekşemî 7`ê Xermanana sala 1400`an, ew du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî êrîşkiribûne ser mala wan du welatiyan û ew binçavkiribûn.

Hêzên ewlehî piştî vekolîna mala wan du welatiyan, hinek ji keresteyên wan ên kesîn ên wekî mobaylên wan, zevtkiribûn û digel xwe biribûn.

Ew du welatiyane piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin û li meha Rezbera sala 1400`an bi danîna barimteyê heta dema dadgehîkirinê hatibûne azadkirin.