Du welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê bi danîna barimteyê hatine azadkirin

18:04 - 30 Çirriya paşîn 2020

Roja Şemî 8ê Sermawezê, du welatiyên Kurd yên bi navên "Îsmaîl Hecîebdulah" û "Haşim Muradî" xelkê gundê "Şînava" yê ser bi bajarê Pîranşehrê piştî dawîhatina heyama lêkolîna wan bi danîna barimteyê hatine azadkirin.

Êvareya Yekşemî 25ê Rezberê,  "Îsmaîl Hecîebdulah" digel welatiyekî din yê bi navê "Elî Cula" bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa dawiya meha Rezberê, "Haşim Muradî" piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaat a bajarê Pîranşehrê hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî cezaya wan du welatiyên Kurd "alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê" ragihandine.