Du welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê bi 10 sal girtîgeha teizîrî hatine cezadan

18:03 - 4 Kanûna Paşîn 2021

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Umer Xagzade û Ebas Sidîqî” xelkê gundê “Şêlm Caran” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve, her yek ji wan bi 5 sal girtîgeha teizîrî hatine cezadan.

Dadgeha şoreş ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ceza dan û ew cezaye jî di heyama çen rojên derbasbûyî de bi wan re hatiye ragihandin.

“Umer Xagzade” kurê Hasil roja Yekşemî 11ê Cozerdana îsal, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî û lêdan û îşkenceya hêzên ewlehî hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd roja Yekşemî 22ê Pûşperê, piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wî bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin û destpêka meha Gelawêjê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

“Ebas Sidêqî” êvara roja Înê 26ê Xakelêweya îsal, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd destpêka meha Pûşperê, piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna, bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.