Du welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatine veguhastin

17:51 - 17 Hezîran 2021

Di çend  rojên derbasbûyî de, du welatî yên bi navên “Gulale Muradî” û “Sefiye Mameşpûr”, xelkê bajarê Pîranşehrê piştî bi dawîhatina lêpirsînê ji girtîgeha Îtila`at a Spaha bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatine veguhastin.

Sibêdeya roja Şemî 28`ê Xakelêwe, “Gulale Muradî” tevî du kurên xwe yên bi navên “Metîn Bezazî” û “Tahir Bezazî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`at a Spahê li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Herwisa roja Çarşemî 1`ê Banemer, “Sefiye Mameşpûr” piştî gazîkirina wê bo Îtila`ata Spahê hate binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

“Sefiye Mameşpûr”, Hevjîna “Osman Hacîhusênî”, yê endamê Spaha Pasdarana li bajarê Pîranşehrê ye  ku berê ew hatibû kuştin.

Ew du welatiyane, piştî kuştina “Osman Hacîhusênî”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.