Du welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê bi awayekî nexuya hatine binçavkirin

17:24 - 2 Adar 2020

Roja Yekşemî, 11`ê Reşemê, hêzên Îtila`atê êrîş kirine ser mala welatiyekî bi navê “Seyîd Mistefa Sebrî” û kurê wî yê bi navê “Seyîd Ehmed Sebrî” li bajarokê “Peswê” a ser bi bajarê Pîranşarê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî binçav kirine.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtila`atê dest avêtine bi vekolîna mala wan û hindek tiştên kesî yên wan digel xwe birine.

Herwisa wê çavkaniyê bas ji wê hindê jî kir û got: “Seyîd Mistefa Sebrî, piştî çend demjimêran hate azadkirin, lê kurê wî heya niha di girtîgeha hêzên Îtila`atê de ye.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Seyîd Ehmed Sebrî piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hate veghastin û heya niha ji qedera wî ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Heya niha sedema binçavkirina wan du welatiyên Kurd nexuyaye.