Du welatiyên xelkê bajarê Miyanduavê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

17:20 - 5 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Pêncşemî 9ê Pûşperê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Seyîd Salar Seyîd Rehîmî” kurê “Seyîd Ebdulla” û “Hesen Mamilê Azer” xelkê gundê “Gamêş Golî” ê ser bi bajarê Miyanduavê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew du welatiyên Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê gotiye “ Heta niha li peyketinên malbatên wan du welatiyên Kurd bo agehdarbûn ji qedera wan, bê encam mane.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî, ti zaniyariyek li ber dest nîne.