Du welatiyên xelkê bajarê Bane û Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

12:02 - 30 Îlon 2021

Roja Çarşemî 31`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “ Selah Husênpena “ xelkê bajarê Baneyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd di yek ji şeqamên bajarê Sineyê de binçav kirine, herwisa hêzên ewlehî piştî binçavkirina navbirî êrîş kirine ser mala wî welatiyê Kurd û mala wî vekolîne û hinek tiştên wî yên kesîn digel xwe birine.

Selah Husênpena çalakvanê jîngehparêziyê ye.

Ji aliyekî din ve li roja Dûşemî 5`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “ Salar Salihî “ xelkê bajarê Sineyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo yek ji girtîgehên ewlehî yên wî bajarî hate veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine binçavkirin û heya niha lipeyketinên malbatên wan bo agehdarbûn ji çarenivîsa wan bê encam mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedem û tohmeta ku bi ser wan du welatiyan de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.