Du welatiyên Şinoyê piştî piştrastkirina cezayê wan bo girtîgehê hatine veguhastin

17:54 - 23 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê piştî piştrastkirina cezayê wan di dadgeha pêdaçûnê de, bo girtîgeha wî bajarî hatine veguhastin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî, 2`ê Befranbarê, du welatiyê Kurd yên bi navên “Mihemed Emîn Qazî” kurê Kerîm û “Kamîl Xanlerî” kurê Mihemed û xelkê bajarê Şinoyê piştî gazîkirin bo birêveberiya tawanên dedgeha wî bajarî, bo girtîgehê hatine veguhastin.

Cezayê 8 sal hepsa wan du welatiyên Kurd li dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Urmiyê, bo 6 sal kêm kirin û ew cezaye jî hate piştrastkirin.

Piştre dadserê giştî û şoreş (Înqilab) ya bajarê Şinoyê, 7 welatiyên xelkê wî bajarî yên bi navên “Mihemed Emîn Qazî”, “Kuruş Ezîzî” kurê Mihemed Emîn, “Ebûbekir Mînapak” kurê Kerîm, “Mexdîd Mihemedzade” kurê Rehîm “Yusif Ehmedî kurê Ezîz, “Teyîb Bamruwet” kurê Mihemed û “Kamîl Ehmedî Xanlerî” kurê Mihemed, bi 28 sal heps hatine cezadan.

Li gorî wê cezayê, her yek ji wan welatiyane bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurd yên opozîsiyon yên hikûmeta Îran” û bi piştgirêdan bi raportên îdara îtila`ata bajarê Şinoyê û lêkolîna me`imûrên dadwerî, bi 4 sal heps hatine cezadan,

Bi piştgirêdan bi esla 37 a yasaya bingehî û madeya 4 ya yasaya dadresî, bi tohmeta “hewldan li dijî tenahiya navxweyî û piropagende li berjewendiya yekek ji Partiyên Kurd yên opozîsiyon yên hikûmeta Îran” bê tawan hatine nasandin.