Du welatiyên nerazî yên bajarê Şinoyê di bin îşkenceyê de ne

17:46 - 29 Çirriya pêşîn 2022

Du kes ji xwenîşanderên bajarê Şinoyê yên bi navên “Karwan Şahî” kurê Yasîn û “Feryad Mihemedşûr” temen 23 salî û kurê Elî, piştî binçav kirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve, rastî lêdan û îşkenceyê hatin.

Her di vê derheqê de, çavkaniyeke agehdar bi “Kurdpa”yê re ragihand: Ew du xwenîşander, piştî binçav kirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî lêdan û îşkenceyê hatin û heta yek ji tiliyên destê “Karwan Şahî” şikandine.

Wê çavkaniyê pêka gotina yek ji xizmên nêzîk yên malbata Şahî, ragihand: Piştî vegerandina wan ji Îtila`ata bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê û serdana malbata Karwan Şahî ji kurê xwe, Karwan bas ji lêdan û îşkenceya xwe kiriye.

Herwisa wê çavkaniyê got: Hêzên ewlehî piştî lêdan û îşkencekirina wan du xwenîşanderan, givaş xistine ser wan ku dibe vajoyê bidin ku ew ji wan kesan bûne ku wan di rêkixistina xwenîşandanan de dest hebûne.

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye, ew du xwenîşanderên Kurd piştî sê rojan ragirtina wan li girtîgeha bajarê Şinoyê, bo cihek nexuya hatin veguhastin û heta niha ti zanyariyek li derheq qedera wan ber dest nîne.