Du welatiyên nerazî bi sedema teqeya hêzên ewlehî li bajarê Kirmaşanê hatin kuştin

18:37 - 13 Çirriya pêşîn 2022

Êvareya roja Çarşemî 20`ê Rezberê, du welatiyên nerazî yên bi navên “Sîna Nadirî” û “Armîn Seyadî”, li meşa kombûna nerizayetiya seranserî li taxa “Deredirêj” a bajarê Kirmaşanê, bi sedema teqeya hêzên ewlehî, canê xwe ji dest dan.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du welatiyên nerazî bi sedema teqeya hêzên ewlehî dem û dest canê xwe ji dest dan.

Êvareya roja Çarşemî 20`ê Rezberê, welatiyên nerazî bi kontirolkirina şeqaman û silogan dan li hin cihên bajarê Kirmaşanê, hemû rojê ser şeqaman in, ku ew nerizayetiye di destverdana hêzên ewlehî û dije şoreş, di encam de rastî tundûtîjiyê hat, û şer û pevçûn di navbera hêzên ewlehî û welatiyên nerazî de hate gorê û hêzên ewlehî dest bi teqeya rasterast li welatiyên nerazî kirin.