Du welatiyên nerazî bi kuştina hikûmetî ya Jîna Emînî li bajarê Dîwandereyê hatin binçavkirin

17:21 - 21 Îlon 2022

Roja Duşemî 28ê Xermananê, du welatî yên bi navên “Soran(Zaniyar) Mihemediyan ê 31 salî û Simko Mihemediyan ê 35 salî” xelkê bajarê Dîwandereyê, di dema kombûna nerizayetî ya li derheq kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî”yê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd ku birayê hev in, piştî binçavkirinê bo cihek nexuya hatine veguhastin û ji qedera wan ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Hevdem digel mangirtina seranserî li bajarên Kurdistanê, welatiyên nerazî li bajarên Dîwandereyê bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî”, rijiyane ser şeqaman û di vê kombûna nerizayetiyê de silogana “Netirsin em bihev re ne” dan.

Bi destêverdana hêzên dije şoreş û hêzên ewlehî, tunditîjî kevte vê kombûna nerizayetiyê.

Hêzên ewlehî û hêzên dije şoreş bi bikaranîna gulleyên saçmeyî, teqe li welatiyên nerazî kirine û 10an welatî birîndar kirine.

Yek ji welatiyên nerazî bi kuştina hikûmetî ya “Jîna Emînî” yê bi navê “Muhsin Mihemedî” kurê “Xelîfe Mes`ûd” û xelkê bajarê Dîwandereyê bi sedema teqeya hêzên ewlehî di vê kombûnê de bi dijwarî birîndar bûye û li navenda dermanî ya bajarê Sineyê de canê xwe ji dest da.

Wêne ji aliyê rast bo çepê: “Soran û Simko Mihemediyan”