Du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê hatine azadkirin

16:32 - 23 Şibat 2022

Roja Sêşemî 3`ê Reşemehê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Eyûb Mûsa” û “Hawrê Xwarezim” yên xelkê bajarê Şinoyê, bi danîna barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatin azadkirin.

 “Eyûb Mûsa” bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û “Hawrê Xwarezim” jî, bi danîna barimteya 250 milyon Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê hatine azadkirin.

Roja Yekşemî 17`ê Rêbendanê, ew du welatiyên Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibûne veguhastin.

Roja Înê 17`ê Befranbarê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew du welatiyên Kurd binçav kiribûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan du welatiyên Kurd hatine sepandin, ti zanyariyek jiber dest nîne.