Du welatiyên Kurd piştî bidawîhatina heyama lêpêçînê bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatin veguhastin

18:04 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Sêşemî 28ê Pûşperê, Du welatiyên Kurd yên bi navên “Diyar Ebasî” û “Rehmet Abacame” piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê, di yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê “Urmiyê” de bo girtîgeha bajarê “Mehabad”ê hatin veguhastin.

Ew Du welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Roja Sêşemî 24ê Cozerdanê, “Diyar Ebasî” xelkê gundê “Bereco” yê girêdayî beşa “Xelîfan” ya ser bi bajarê “Mehabad”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin. “Diyar Ebasî” berê endamê yek ji partiyên Kurd yên opozîsyona hikûmeta Îranê bûye û piştre ziviriye bo Îranê.

Roja Çarşemî 1ê Pûşperê, “Rehmet Abcame” xelkê bajarê “Mehabad”ê ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna belgeyên yasayî li meydana “Îstiqlal” ya wî bajarî hatibû binçavkirin. Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd rijiyane mala navbirî û beşek ji alavên wî yên kesî digel xwe birine.

 “Rehmet Abcame” xêzandar û bavê zarokekê ye.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan du welatiyên Kurd hatin sepandin ti zanyariyek serrast ji ber dest nîne.