Du welatiyên Kurd piştî bi dawî hatina jêpirsînê bo girtîgeha Urmiyê hatine veguhastin

13:25 - 5 Gulan 2021

Roja Dûşemî 13`ê Banemerê, du welatiyên Kurd ên bi navên “ Xalid Îsma`îlî” xelkê bajarê “Nexede” û “Nadir Mêhrî” xelkê bajarê “Urmiyê”, piştî bi dawîhatina jêpirsînê ji girtîgeha Îdareya Îtla`ata Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatine veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd ku niha li benda girtiyên siyasî li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de ne, di heyama binçavkirinê de li “Destpêragiheştin bi parêzer û  Hevdîtin digel malbata xwe “ bêpar bûne.

Tohmeta ku bi ser wan 2 welatiyên kurd de hatine sepandin “endambûn li yek ji girûpên Olî” de ye.

Ew du welatiyên Kurd li roja Înê 27`ê Xakelêwe, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo jêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.