Du welatiyên Kurd li herêma Pîranşehrê binçav kirin
17:01 - 14 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê 2 welatiyên Kurd li herêma Pîranşehrê girtin.
Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemî 13’ê Nîsana 2013’an 2 welatiyên Kurd binavên “Mistefa Xidir” xelkê gundê Terkêş û “Hesen”xelkê gundê “Kevper”a herêma Menguratî ya Pîranşehrê ji aliyê hêzên Îdareya Îttlat a wî bajarî hatin girtin.
Çavkaniyek haydar bi ajansa kurdpa ragehand: Hêzên Îttlatî ev du kese bi tawana birina Pêz û malatan bo Kurdistana Îraqê girtine.
çavkaniyê base vê yekê jî kir , talan û dest serda girtina malatên welatiyan li demekê deye ku wan du kesan heyvanên xwe jibo firotinê ber bi pîranşehrê birine.
çavkaniyê ew hinde jî got ku hemû ew malatên welatiyan ji aliyê hêzên dewletê dest biser wan de hatiye girtin û jibo serbirînê bo kuştargahê hatine şandin.
heta dema bilavbûna vê nûçeyê ev du kese nehatine azad kirin.
her div ê pêywendiyê de çend rojan beriya niha 300 ser ji malatên welatiyan li herêma Pîranşehrê ji aliyê hêzên Întizamî hatibûn zewt kirin.