Du welatiyên Kurd li bajarê Sewlava hatine binçavckirin

11:33 - 2 Çirriya paşîn 2020

Sibêdeha roja Yekşemî 11ê Xezelwerê, du welatiyên kurd yên bi navê “Saman Es`ed Hekîm û Mihemed Şefî`izade” xelkê gundê “Dêweznav” yê ser bi bajarê Sewlava ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî êrîş kirine ser mala wan du welatiyên Kurd û bi bê hebûna belgeya yasayî ew welatî binçav kirine.

Ew du ewlatiyên Kurd piştî binçavkirinê, bo cihek nediyar hatine veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd xêzandar in û heya dema belavkirina vê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.