Du welatiyên Kurd li bajarê Seqiz û Sineyê hatine binçavkirin

16:47 - 25 Kanûna Paşîn 2021

Roja Yekşemî 5ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Babek Babayî”, temen 30 sal û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ew welatiyê Kurd binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Her di vê derheqê de, roja Şemî 4ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Sîrwan Emînî”, xelkê şehreka Hesenava ya ser bi bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Ew welatiye, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hate binçavkirin û di dema binçavkirinê de, kevte ber lêdan û îşkenceya hêzên ewlehî.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyên Kurd hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.