Du welatiyên Kurd li bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:13 - 1 Tebax 2021

Roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Rizgar Eynalû”, kurê Emîr û “Ehed Sone”, kurê Rehîm û xelkê hundê “Îndirqaş” ê ser bi devera navendî ya bajarê Mihabvadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî, êrîşî kirine ser gundê “Îndirqaş”ê û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ew du welatiye binçav kirin.

Heya niha lipêketinên malbata wan du welatiyan bo agehdar bûn ji qedera wan bi encamp mane.

Heya dema belavbûna wê nûçeyê ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan welatiyên Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest nîne.

Di wê derheqê de, sibêdeha roja Yekşemî 10`ê Gelawêjê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Hêmin Qeredaxî”, kurê Husên û xelkê gundê “Îndirqaş”ê ser bi devera navendî ya bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.