Du welatiyên Kurd li bajarê Bokanê hatine binçavkirin

17:17 - 20 Kanûna Paşîn 2021

Du welatiyên Kurd yên bi navên “Qadir Resûlpûr û Mihemed Hacîresûlpûr”, xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.  

Roja Çarşemî 1ê Rêbendanê, hêzên ewlehî êrîş kirine ser gundê “Alîkend”ê yê ser bi bajarê Bokanê û “Qadir Resûlpûr” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî binçav kirin.

Ew welatiyê Kurd, girtiyê siyasî yê salên 60`ê ya Rojî bûye û navbirî bo heyama 6 salan di girtîgehê de bûye.

Herwisa hêzên ewlehî li dema binçavkirina “Qadir Resûlpûr”, şûşeyên der û pencereyên mala navbirî şikandin.

Herwisa şeva Sêşemî, 30ê Befranbarê, “Mihemed Hacîresûlpûr”, li cihê karê xwe bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.   

Hêzên ewlehî li dema binçavkirina wî welatiyê, hin ji keresteyên kesî yên navbirî wekî kampiyûtêr, telefon û herwisa fîlma kamêraya çavedêrî ya cihê karê navbirî digel xwe birin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan 2 welatiyên Kurd de hatiye sepandin, ti zanyariyek ji ber dest nîne.