Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

17:47 - 22 Adar 2022

Sibêdeha îro Sêşemî 2`ê Xakelêweyê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Ehmed Resûlî” û “Sasan Padaş” xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew du welatiyên Kurd binçav kirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew du welatiye bi sedema beşdarî kirin wan li rêûresma Newroza gundê “Qelatereş” a bajarê Pîranşehrê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji qedera wan du welatiyan ti zanyariyek serast ber dest nîne.