Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

18:35 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2020

Êvareya roja Çarşemî 1`ê Tîrmehê, du welatiyên Kurd yên bi navên “Soran Nesîrî” xelkê bajarê “Gogtepe” a ser bi bajarê Mihabadê û “Omîd Ebasî” xelkê gundê “Îndirqaş” a ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ew du welatiyên Kurd, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Heya dema weşana wî nûçeyê, ji qedera wan du welatiyên Kurd ti zanyariyek ji ber dest de nîne.

Her di wê derheqê de, êvareya roja Çarşemî 1`ê Tîrmehê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Soran Muxtarîfer” xelkê gundê “hacîxoş” a ser bi bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.