Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin
19:21 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2022
Roja Şemî 25`ê Pûşperê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Tahir Ketanî û Emîr Babolî” xelkê gundê “Lec” a girêdayî bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ew du welatiyên Kurd binçav kirin û piştre navbiriyan bo cihek nexuya veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan du welatiyên Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.