Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin

19:15 - 27 Hezîran 2022

Sibêdeha roja Duşemî 6`ê Pûşperê, du welatiyên Kurd ên bi navên “Behmen Mehmûdîazer” xelkê bajarê Şinoyê û “Yeqûb Mehmûdîazer” xelkê gundê “Sîngan” a girêdayî bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin û bo cihek nexuya hatin veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî êrîş kirine li ser mala wan du welatiyan û ew binçav kirin e.

Herwisa vê çavkaniyê da zanîn: Hêzên ewlehî mala wan du welatiyên Kurd vekolan e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên ku li dijî wan du welatiyên Kurd hatine sepandin ti zanyariyek serast ber dest nîne.