Du welatiyên Kurd heyama 4 sal e qedera wan nexuyaye

18:06 - 22 Nîsan 2020

Du hepsiyên Kurd yên bi navên “Cemal Yusifî” xelkê gundê “Muşîr Ava” û “Husên Îbrahîm Hemze” kurê “Ebdulah” û xelkê gundê “Qeregol” a ser bi bajarê Bokanê, heyama çar sal e qedera wan nexuyaye.

Ew du hepsiyên Kurd, wê dawiyê di girtîgeha bajarê Bokanê de bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne veguhastin.

Herwisa ew du hepsiyên Kurd di destpêka meha Befranbar a sala 1397`an, bo lêkolînê di girtîgeha bajarê Bokanê bo îdareya Îtila`at a bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin û piştre bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne veguhastinê.

Di sala 1395`an de ew du welatiyên Kurd, bi tohmeta “endambûn û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê”, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatibûne binçavkirinê û di heyama binçavrkirinê de li destpêragihîştina parêzer bê par bûn.