Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê bi dana barimteyê hatine azadkirin

13:51 - 25 Tebax 2021

Roja Sêşemî 2`ê Xermananê, du welatiyên Kurd ên bi navên “ Celal Qadirzade” kurê Ebdula xelkê Nelosê û Ferhad Me`irûfî “ kurê Hesen xelkê gundê Alyawê ser bi bajarê Şinoyê, bi dana barimteyê ji girtîgeha wî bajarî hatine azadkirin.

Ew du welatiyên Kurd, bi dana barimteyê bi awayekî demkî heya dema dadgehîkirina wan hatine azadkirin.

Celal Qadirzade û Ferhad Me`irûfî, li roja Şemî 30`ê Gelawêjê, piştî bi dawî hatina lêpirsînên wan li yek ji girtîgehên ewlehî li Urmiyê, bo girtîgeha Şinoyê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd li roja Duşemî 11`ê Gelawêjê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û bo jêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wan du welatiyên Kurd de hatiye sepandinê ti zanyariyek li ber dest de nîne.