Du welatiyên Kurd di dema birêveçûna cêjna Newrozê de hatine binçavkirin

17:39 - 22 Adar 2022

Roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, du welatî yên bi navên daye“Betûl” temen 75 salî û “Aryana Selîmî” temen 14 salî di dema birêveçûna cêjna newrozê de, li parka zarokan (parka Newroz) a bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Hevdem digel binçavkirina wan du welatiyan, hêzên ewlehî û hêzên dije şoreş, êrîş kirine ser rêûresma parka zarokan (parka Newroz)ê û sê kes ji birêveberên wê rêûresmê yên bi navên “Sohrab Celalî, Cemal Esedî û Foad Înayetî” binçav kiribûn.

Roja Duşemî 1`ê Xakelêweyê, rêûresmek bi hilkefta cêjna Newrozê li parka zarokan (parka Newroz) hate lidarxistin û daye “Şerîfe” dayîka girtiyê siyasî yê Kurd “Ramîn Husênpenahî” ku li rêkevta 17`ê Xermanana sala 1397`an hatibû îdamkirinê, di wê rêûresmê de, gulên sor di nav xelkê de belav kirin.