Du welatiyên Kurd di bajarên Îlam û Sineyê de hatine binçavkirin

17:26 - 19 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Hêzên Îtila`atê du welatiyên Kurd li bajarê Îlam û Sineyê, bi awayekî nexuya binçav kirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî 28`ê Befranbarê, ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê Îlamê yê bi navê “Emîr Elî Mecidî” li cihê karê xwe, di pirtûkfiroşiyê de ji aliyê hêzên Îtila`atê ve, hate binçavkirin.

Binçavkirin wî ciwanê Kurd bi bê hebûna belgeya yasayî bûye, û hêzên Îtila`atê di dema binçavkirinê de ew welatiye îşkence kirine.

Her di vê derheqê de, roja Înê 27`ê Befranbarê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Arman Mihemedî”, xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên Îtila`ata Spaha Pastaran ve hate binçavkirin û bo lêkolînê bo biryargeha Şaramfer hate veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirina wan du ciwanan ti zanyariyek ji ber dest nîne.