Du welatiyên Kurd di bajarê Sineyê de hatine desteserkirin

16:55 - 30 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Sineyê, piştî desteserkirina wan, ew bo cihekî nexuya veguhastin.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva Yekşemî, 8`ê Befranbar, 2 welatiyên Kurd yên bi navên “Saman Mîrekî û Luqman Feyzî”, xelkê bajarê Sineyê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Ew 2 welatiyên Kurd, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî, di şeqama “Hesen Ava”yê de hatine desteserkirin.

Ew 2 welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Sineyê, piştî desteserkirina wan, ew bo cihekî nexuya veguhastine û ji qedera wan ti zanîyariyek ji berdest nîne.

“Saman Mîrekî” kedkarê avahî sazî ye û kedkarê demsaliyê ye.

Heya belavbûna vê nûçeyê, ji sedema desteserkirina wan 2 welatiyên Kurd, ti zanînek ji ber dest nîne.