Du welatiyên Kurd cezaya girtîgehê bi ser wan de hate sepandin

17:23 - 13 Adar 2021

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, cezaya 10 sal girtîgeha te`izîrî ya du welatiyên Kurd yên bi navên “Umer Xagzad” û “Ebas Sidîqî”, xelkê gundê “Şêlmcaran” yê ser bi bajarê Pîranşehrê, ji aliyê dadgeha pêdaçûnê ve bo her yek ji wan bi salek girtîgeha te`izîrî û 4 sal girtîgeha ragirtî (telîqî) hate guherîn.

Ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, ji aliyê dadgeha şoreş ya bajarê Pîranşehrê ve, her yek ji wan bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibûne cezadan û ew cezaye meha Befranbara îsal bi navbiriyan re hatibû ragihandin.

Ew du welatiyên Kurd, roja Şemî 11`ê Rêbendanê, bo cîbicîkirina cezayên xwe bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibûne veguhastin.

 “Umer Xagzad” kurê Hasil, roja Yekşemî 11`ê Cozerdana îsal, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî û ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû lêdan û îşkencekirin û piştre hatibû binçavkirin û bo lêkolînê, bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, roja Yekşemî 22`ê Pûşperê, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîna wî, bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin û destpêka meha Gelawêjê, bi danîna barimteyê bi awayê demkî hatibû azadkirin.

Herwisa “Ebas Sidîqî” şeva Înê 26`ê Banemera îsal, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye destpêka meha Pûşperê, piştî dawîpêhatina heyama lêpirsînê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.